Kakaiyî spasiya spasiya hêza Pêşmerge dikin

Kakaiyên ser bi gundên eniya Xazir ve, spasiya hêza Pêşmerge dikin, ku cih û mezarên wan yên pîroz û gundên wan ji bin destê DAIŞê rizgar kirin.

K24 – Hewlêr

Kakaiyên ser bi gundên eniya Xazir ve, spasiya hêza Pêşmerge dikin, ku cih û mezarên wan yên pîroz û gundên wan ji bin destê DAIŞê rizgar kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî, îro ligel li Hewlêrê hejmarek ji kesayetî û nûnerên gundên ola Kakaiyan yên ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin, civiya.

Di wê civînê de, nûnerên Kakaiyan daxwaz kir ku, gund û navçeyên wan ji mayîn û teqemenî û paşmayên DAIŞê bêne pakirin û xizmetguzariyên pêwîst jî bigihin wan navçeyan ku hatine rizgarkirin.

Ji aliyê xwe ve jî, Barzanî di wê civînê de ragihand ku, Kakaiyî beşeke ezîz û taybet ên gelê Kurd in û rola rola wan ya berçav di xebat û hemû şorerşan de hebûye. Barzanî ew dilniya kirin ku, hemû navçeyên wan  ji bin destê DAIŞê rizgar dikin.