Reşnivîsa destûra ENKSê amade dike bi çi awayî ye?
Komîteya Yasayî ya girêday Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) kar li ser reşnivîsa destûreke nû dike ku, ji 117 bendî pêk tê. Li gor wê projeyê ji mafê her parêzgehekê ye ku herêmeke ferderal ava bike. Herwiha parêzgehên Sûriyê di nav xwe de dikarin sîstemeke federalîzmê damezrînin.
K24 – Qamişlo
Komîteya Yasayî ya girêday Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) kar li ser reşnivîsa destûreke nû dike ku, ji 117 bendî pêk tê. Li gor wê projeyê ji mafê her parêzgehekê ye ku herêmeke ferderal ava bike. Herwiha parêzgehên Sûriyê di nav xwe de dikarin sîstemeke federalîzmê damezrînin.
Endamên Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) reşnevîsa destûrekê ji bo birêvebirina Sûriyeya pêşerojê amade dikin. Li gor endamên Komîteya Yasayî ya ENKSê li bajarê Qamişlo, projeyeya destûra nû ji 117 bendî pêk tê. Tevahiya xalên projeyê behsa avakirina Sûriyekê demokrat perlemanî û federal dikin, ku li gor projeya destûrê mafê her parêzgehekê heye ku, herêmek federal pêk bîne, heger ev yek daxwaza 60 ji sedî be ji xelkên parêzgehê.
Ji aliyekî din ve hatiye bilav kirin ku, şaxê ENKSê li Ewropayê di 5ê Tîrmehê de, dê gengeşeya reşnivîsa destûreke taybet bi Kurdistana Sûriyê bike, ku ji 132 bendî pêk tê, ew jî di çarçoveya workşopekê de li Cinêvê, ku hejmarek saziyên Amerîkî û Ewropî dê beşdariyê tê de bikin.
Derbarê vê yekê Serokê Komîteya Yasayî ya ENKSê tekez dike ku, ENKSê ti destûreke taybet bi Kurdistan Sûriyê amade nekiriye û pijrandina destûrê di serî de bêdiviya wê bi erêkirina Emîndariya Giştî ya ENKSê heye.
Destûra ku Komîteya Yasayî ya ENKSê kar li ser dike, tê de diyar e ku çareseriya doza gelê Kurd li Sûriyê, dê di çarçoveya peyman û belgenameyên navdewletî dibe, bi taybetî jî mafê destnîşankirina çarenivîsê. Di gelek madeyan de jî tekezî li ser rakirina hemû projeyên awrete li deverên Kurdî tê kirin, bêyî ku kembre Erebî û serjmêriya awarete li Cezîra Rojavayê Kurdistanê bi nav bike.