Rêveberiya Xweser biryara girtina endamên KKS derxist
Rêveberiya Xweser bang li hemû welatiyên Kurd kir ku, tevlî wê Kombendê ne bin.
K24-Navenda Nûçeyan
Rêveberiya Lêpirsînê ya Encumena Dada Civakî ya Kantona Cizîrê biryara girtina endamên Kombenda Kurdên Serbixwe yên li Sûriyê(KKS) derxist.
Derbarê vê babetê Rêveberiya Lêpirsînê ya Encumena Dada Civakî ya Kantona Cizîrê ya ser bi Rêveberiya Xweser ve Kombenda Kurdên Serbixwe yên li Sûriyê(KKS) bi çete binav kir, li gor Encumena Dadê ew rêxistin li ser xwesteka istixbaratên Tirkiyê hatiye damezrandin.
Encûmena Dadê di beyana xwe de aşkere kir ku, ew kes li ser daxwaza Tirkiyê dê kiryarên terorî di Rojavayê Kurdistanê de pêkbînin û destkeftên miletê Kurd hilweşînin, ji ber vê yekê wan biryara girtina wan derkir.
Di 11ê meha borî de li bajarê Rihayê yê Bakurê kurdistanê Kombûna Kurdên Serbixwe yên li Sûriyê(KKS) hate ragehandin, tê de hejmarek partiyên Rojavayê Kurdistanê tê de beşdarbûbû.
Rêveberiya Xweser bang li hemû welatiyên Kurd kir ku, tevlî wê Kombendê ne bin.