Gelo Erdogan dê penaberên Sûrî bike hemwelatî?
Piştî axaftina Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan a ku mafê hemwelatitiyê bo penaberên Sûrî, behsa beşdarbûyîna penaberan bo hilbijartinan tê kirin. 2 milyon û 750 Sûriyeyî ku niha li Tirkiyê dijîn, eger bibin hemwelatiyê Tirkiyê, jê 1 milyon û 500 hezar di hilbijartinan de dikarin deng jî bidin.
K24 – Stenbol

Penaberên Sûrî ku ji ber şerê li welatê xwe reviyane, xwe spartine Tirkiyê ji ber nebûna statuyekê ji gelek mafan bêpar in. Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku, eger penaberên Sûrî yên li Tirkiyê daxwaza hemwelatitiyê bikin, daxwaza wan dê bê cîbicîkirin.
Erdogan gotibû: "Ez bawer dikim hinek birayên me dixwazin bibin hemwelatiyê Tirkiyê. Ji bo vê wezareta me ya karên navxweyî dixebite. Emê mafê hemwelatitiyê bo penaberan bidin."
Li ser axaftina Erdogan jî nîqaşa hilbijartinê tê kirin. Li gor amarên fermî li Tirkiyê 2 milyon û 750 hezar penaber hene.
Li Tirkiyê, ji bo ku kesek bikaribe deng bide, divê ji 18 salî mezintir be. Li gor amarên fermî, li Tirkiyê, Sûriyên ku ji 20 salî mezintir in, 1 milyon û 384 hezar e. Weke din di navbera 15 û 19 salî de jî nêzîkî 313 hezar Sûrî hene. Bi vî awayî piştî dayîna mafên hemwelatîtiyê, nêzî 1 milyon û 500 hezar penaber di hilbijatinên herêmî û giştî de dê deng bidin.
Di sala 2014an de Erdogan ji bo penaberên li Tirkiyê gotibû, heta hetayê dê li Tirkiyê nemînin, gava rejîma xwînxwar têk biçe, pirsgirêk bê çareserkirin, penaberan wê demê dê biçin welatê xwe.