Li Qamişlo zanîngehek tê vekirin

Berî niha zanîngehek li bajarê Efrînê jî hatibû vekirin.

K24-Qamişlo

Desteya Perwerdê li Kantona Cizîrê ragehand ku, sala bê ew dê zanîngehekê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê vekin.

Derbarê vê yekê Serokê Desteya Perwerdê li Ksntona Cizîrê Mihmed Salih di kongreyekî rojnamevanî de ragehand ku, ji destpêka sala bê ya xwendinê zanîngeha Rojava li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê vebe, da zanîn ku, zanîngeh ji 4 beşan pêktê.

Salih diyarkir ku, zanîngeh ji beşê pizîşk, endezyarî, perwerde û zanist, cografiya û dîrok pêk tê û hin beşên din, herwiha zanîngeh pêşwaziya hemû pêkhateyan bike.

Serokê Desteya Perwerdê li Ksntona Cizîrê Mihmed Salih aşkere kir ku, zanîngeh dê metirsiya li ser xwendevanên Kurd yên ku, diçin zanîngehên parêzgehên din ên Sûriyê kêm bike.

Berî niha zanîngehek li bajarê Efrînê jî hatibû vekirin.