Amadekariyên cejnê li Wanê berdewam in
Ji ber bilindbûna pileya germê xelk pêdiviyên cejnê şevê pêk tine.
K24-Navenda Nûçeyan
Li bakurê Kurdistanê gel, beriya Remezanê xelk amadekariyên xwe temam dike. Hin cilûbergan, hin şekerokan dikirin û hinan jî berê xwe dena sertaşxaneyan ser û rûyên xwe çê dikin.
Niştecihên Wanê heta paşîvê, li bazarê bo Cejna Remezanê tiştan dikirîn. Ji ber ku welatî bikarin karûbarên xwe asanî bicih bînin, cadeyên Maraş û Komarê ji otombêlan re hatiye qedexekirin.
Dikandar didin xuyakirin, nelibendê bûn ku ewqas qelebalix çê be û ji vê kêfxweş in. Welatî jî dibêjin li bazarê erzanî heye û ev yek xweşa wan diçe
Welatiyekî wiha got:"Ev du sal in Şarevanî nahêle otombêl bikevin vê cadeyê. Xelk kêfa bazarê derdixe. Bazar zindî dibe. Li rojavayê Tirkiyê dibêjin qey, hema tenê li wanê tundûtûjî heye, helk ditirse û koç dike. Ne wiha ye. Wa hun dibînin. Nîva şevê derbas bûye lê jin, zarok, xelk li vê derê ye."
Geştiyarên Îranî jî lebatek daye bazarê. Dikandar dibêjin ew naxwazin navê Wanê tenê dema tundûtûjiyê de derbas bibe û welatî bê tirs di nav bajar de karên xwe heta derengiya şevê dibînin.
Li Rihayê pileya germê, rojan 40 dereceyan derbas dike. Ji ber vê xelk pêdiviyên cejnê şevê pêk tine. Welatî piştî fitarê ji mal derketin û dikan û cadeyên bazarê dagirtin. Dikandar ji cumûcola bazarê kêfxweş in.