Li Efrînê ciwanekî Kurd li ser sênorê Tirkiyê hate kuştin

Bi guleyên Artêşa Tirkiyê hate kuştin.

K24-Navenda Nûçeyan

Li gundê Dîkmetaşê yê navçeya Şîrawe ser bi bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê dema ku, ciwanekî Kurd dixwest sînorê Rojava derbas bike û bo Bakurê Kurdistanê biçe rastî guleyên Artêşa Tirkiyê bû û canê xwe ji dest da.

Li gor jêderên navxweyî Ciwanê Kurd yê bi navê Mamo Hemo Hisên ji gundê Dîkmetaşê yê navçeya Şîrawe ser bi bajarê Efrînê dixwest sînor derbas bike û ber bi Bakurê Kurdistanê bibe, ji aliyê cendirmeyên sînor ên Tirkiyê bi giranî birîndar bûn.

Piştî ciwanê Kurd bo nexweşxaneya bajarê Efrînê hate veguheztin, ji ber giraniya birîna xwe canê xwe ji dest da.

Berî niha jî bi dehan welatiyên Kurd dema ku, dixwazin ji sînorê Rojava derbasî Bakurê Kurdistanê rastî guleyên Artêşa Tirkiyê dibin.