Bamokî ji Yûsif Mihemed daxwaz dike dest ji posta xwe vekişîne
Mamosteyê ayînî li parêzgeha Helebçe Tahir Bamokî, ji Yûsif Mihemed dixwaze ku, dest ji posta xwe wek Serokê Perlementoya Kurdistanê vekişîne, bo aştî û aramî vegere Herêma Kurdistanê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Mamosteyê ayînî li parêzgeha Helebçe Tahir Bamokî, ji Yûsif Mihemed dixwaze ku, dest ji posta xwe wek Serokê Perlementoya Kurdistanê vekişîne, bo aştî û aramî vegere Herêma Kurdistanê.
Di gotara nimêja cejna Remezanê de, li parêzgeha Helebçeyê, kesayetî bi navûdeng û mamosteyê ayînî Tahir Bamokî daxwaz kirk u, Yûsif Mihemed dest ji mafê xwe berde û dest ji posta Serokê Perlementoya Kurdistanê vekişîne, bo aştî û aramî vegere Herêma Kurdistanê.
Roja 12 Cotmeha 2015an rê nehat dayîn ku Yûsif Mihemed wek nûnerê Tevgera Goranê di posta Serokatiya Parlementoyê karê xwe bike û ji aliyê xwe ve Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) red dike, ku careke din Yûsif Mihemed posta xwe birêve bibe, herwiha ew rêkeftina ku ligel Tevgera Goranê derbarê pêdana postên siyasî hebû jî hilweşand û amadehiya guftûgoyê derbarê çareserkirina wan pirsgirêkan jî derbirî.