Qamişlo: Cejna Remezanê û çêkirina kulîçeyan

Kulîçe yek ji cûreyên şîraniyê ye li Rojavayê Kurdistanê, di cejin û helkeftan de xelk li malên xwe çê dikin. tevî rewşa zor lê xelk dibêjin ku bêyî çêkirina kulîçeyan cejin nabe.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/315b94b2-f5c9-4ed8-a023-7e71a6949b65/kulice-qamislo.ism/manifest

K24 – Qamişlo

Kulîçe yek ji cûreyên şîraniyê ye li Rojavayê Kurdistanê, di cejin û helkeftan de xelk li malên xwe çê dikin. tevî rewşa zor lê xelk dibêjin ku bêyî çêkirina kulîçeyan cejin nabe.

Ji mêj ve Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi hatina cejnan kulîçe çê dikirin, û ji ber pêşketina ku di hemû warên jiyanê de çê dibin, şêwê çêkirina kulîça jî pêşketiye û cûreyên din ji keresteyan lê zêde dibin.
di vê cejnê de û tevî rewşa aborî û zehmetiyên bidestxistina kehrebê lê xelkên Qamişlo ne xwestin cejna remezanê bêyî kulîçeyan derbas bikin, û eger kehrebe li wan qut bibe jî berî didin nanxaneyên taxê.

Di salên dawî de û bi sedema rewşa zor ya ku Rojavayê Kurdistanê tê re derbas dibe, gelek diyardeyên kêfxweşiyê ji nava civakê kêmbûne, lê tevî wê jî xelkên Qamişlo weku her cejinê, dilê zarok û mêhvanên xwe bi pêşkêşkirina kulîçeyan xweş dikin û pê re hevoka sibeha we bi xêr cejna we pîroz be.