Kuştiyên teqîna Hesekê bûne 28 kes

Teqîn li taxa Salhiyê li pêş nanpêja alî, rû dabû.

K24-Navenda Nûçeyan

Kuştiyên teqîna êvara cejnê li taxa Saliyê ya bajarê Hesekê gehştin 28 kesî, herwiha hejmara birînadan jî 22 kesin.

Derbarê vê yekê peyamnêrê K24ê li bajarê Qamişlo tekez kir ku, 6 kesên ku, di teqîna bajarê Hesekê bi giranî birîndarbûbûn canê xwe ji dest dan û bi vêyekê hejama kuştiyan bûne 28 kesî.

Ji aliyê xwe ve Serokatiya Herêma Kurdistanê teqîna bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê şermezar kir û amadehiya Herêma Kurdistanê bo her alîkariyekê diyar kir.

Teqîn li taxa Salhiyê li pêş nanpêja alî, rû dabû.