Serokê Herîma Kurdistanê serdana sengerên pêşmerge kir

Di civînê de ligel berpirsên mihwerî Serokê Herêma Kurdistanê behsa dawî pêşhateyên şerê li dijî DAIŞê kir.

K24-Navenda Nûçeyan

 Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Pêşmerge di duyemîn roja cejna Remezana pîroz de serdana sengerên pêşmerge li mihwerê Mexmûr-Giwêr kir.

Serokê Herêma Kurdistanê di serdana xwe de serpireştiya civîneka pêşmerge û Sûpayê Iraqê li wî mihwerê kir.

Di civînê de ligel berpirsên mihwerî Serokê Herêma Kurdistanê behsa dawî pêşhateyên şerê li dijî DAIŞê kir.