Silêmanî: Rê li pêş xwepêşandan û romalkirina K24ê tê girtin
Li Silêmaniyê hejmerk ji welatiyên pişikdar di projeya giştiyarî li pêş Parka Çavî Land kom bûn û xwestin xwepêşandanekê birêve bibin, lê hêzên ewlehiyê rê li pêş xwepêşander û romalkirina kenalên K24ê û Zagros girtin.
K24 – Silêmaniyê
Li Silêmaniyê hejmarek ji welatiyên pişikdar di projeya giştiyarî li pêş Parka Çavî Land kom bûn û xwestin xwepêşandanekê birêve bibin, lê hêzên ewlehiyê rê li pêş xwepêşander û romalkirina kenalên K24ê û Zagros girtin.
Parka Çavî land ya li Silêmaniyê ku projeyeke bi pişkên welatiyên bajêr hatiye avakirin, lê 4 sal in ti kesî tiştek ji wê projeyê wernegirtine, îro welatiyên Silêmaniyê derketin xwepêşandanekê û daxwaza pişkên xwe kirin.
Li gor peyamnêrê K24ê ku hêzên ewlehiyê rê li pêş xwepêşanderan girt. Herwiha hêzên ewlehiyê ew agahdar kirin jî, ku nabe romalkirina wê xwepêşandê bê kirin.