Li Hesekê Nebûna pêdawîstiyên pizîşkî birîndar canê xwe ji dest didin
Di 5ê vê mehê teqînek ti taxa Salihiyê ya li Bajarê Heskê rû da, di encam de 28 kesan canê xwe ji dest dan.
K24-Navenda Nûçeyan
Piraniya birîndarên teqîna Hesekê ya ku, di êvara cejna remezanê de li taxa salihiyê hat encamdan , ber bi nexweşxaneya niştimanî ya hikûmeta Sûriyê ve hatin veguhestin, lê ji ber nebûna derman û alavên pêwist herwiha kêmbûna pizîşkan,çend birîndarî canê xwe ji dest da.
Li gor perestar û karmendên nexweşxaneya Rêveberiya tenduristiyê ya girêdayî bi Hikûmeta Sûriyê li bajarê Hesekê ti xizmetê pêşkêş nake,ji ber vê yekê nexweş tên pişguhxistin û rastî gelek astengiyan tên .
Di 5ê vê mehê teqînek ti taxa Salihiyê ya li Bajarê Heskê rû da, di encam de 28 kesan canê xwe ji dest dan.