Li Efrînê Cebhet El-Nûsra agir bi darên Zeytûnan dixe
Temenê hin ji wan daran 100 salin.
K24-Navenda Nûçeyan
Çekdarên Cebhet El-Nûsrayê li gundê Dîwan ser bi bajarê Efrînê ve agir bi dehan darên Zeytona xistin, herwiha gule berdana welatiyên ku, hawldidan wî agirî vemirînin di encam de welatiyek birîndar bû.
Li gor welatiyên gundê Dîwan çekdarên Cebhet El-Nûsrayê li gundê wan agir bi darê wan ên Zeytona xistin ku, temenê hin ji wan daran 100 sal bûn, da zanîn ku, her kesên ku, hawla vemrandina agir dikir rastî guleyên çekdarên DAIŞê dihat.
Li gor heman jê derê di encama gyleberdana çekdarên DAIŞê li ser welatiyên sivîl kesek birîndar bû û ew birînda bo nexweşxaneya Efrînê hate veguheztin.