Tuncel: Yekîneyeke taybet dixwast 34 kesan bişewitandana
Hevseroka DBPê Sehabat Tuncel radigîne ku, 34 kesên ku li Liceyê de hatine girtin, dê ji aliyê yekîneyeke taybet ya hêzên Tirkiyê ve bi zindî bihatana şewitandin, lê efserek nehêla ew bên şewitandin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevseroka DBPê Sehabat Tuncel radigîne ku, 34 kesên ku li Liceyê de hatine girtin, dê ji aliyê yekîneyeke taybet ya hêzên Tirkiyê ve bi zindî bihatana şewitandin, lê efserek nehêla ew bên şewitandin.
Hevseroka DBPê Sehabat Tuncel li Diyarbekirê tevlî civîna partiya xwe bû û ragihand, 34 gundiyên ku di operasyona li Liceyê de ji aliyê leşkerên Tirkiyê ve hatin girtin, dê ji aliyê yekîneyeke taybet ya hêzên Tirkiyê ve bi zindî bihatana şewitandin lê efserekê nehêla.
Her wiha Tuncel ragihand ku, ew yekîneyeka li Tirkiyê hatiye avakirin, birih in û li ser milên wan nivîsên bi Erebî hene, vê ekîbê benzîn anî û dixwest van 34 gundiyan bişewitînin. Lê efsereke Tirkiyê bertek nîşan dide û ew efser dibêje min agahî daye aliya leşkerî ku, me ev 34 gundî girtin nabe bên şewitandin.
Her wiha Tuncel ragihand, rêxistinek bi navê SADAK'ê hatiye avakirin, gelo ev rêxistin bi Erdogan û Efkan Ala ve girêdayî ye, yan na, em nizanin lê bila derkevin û daxuyaniyê bidin.