Li Şemzînanê 4 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin
Li devera Bezelê ya ser bi navçeya Şemzînana Colemêrgê bombeya ku li ser rê hat çandin, di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de hate teqandin û 4 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û yek jî birîndar bû.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li devera Bezelê ya ser bi navçeya Şemzînana Colemêrgê bombeya ku li ser rê hat çandin, di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de hate teqandin û 4 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û yek jî birîndar bû.
Li navçeya Şemzînana Colemêrgê bombeya ku li ser rê hat çandin, di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de hate teqandin. Li gorî zanyariyên destpêkê 4 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û yek jî birîndar bûye.
Li gorî zanyariyên Ajansa “Îxlas”, parêzgarê Colemêrgê Cuneyt Orhan Toprak bûyer piştrast kiriye û ragihandiye ku, li devera Bezelê di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de teqîn pêkhatiye û di encamê de 4 leşkerên Tirkiyê canê xwe ji dest dane û yek ji birîndar bûye.
Li gorî çavkaniyên ku ji deverê hejmareke zêde ya kuştî û birîndaran hene. Birîndaran bi rêya ambulansan vediguhesin nexweşxaneya dewletê ya Colemêrgê. Lê ta nîha HPG'ê lî ser teqînê ti daxuyanî nedaye.