PDK: Bo karakirin a perlemanê em YNK ji hev nêzîk bûyîne

Gotebêj ê Partî ya Dîmukratî ya Kurdisatn(PDK)yê aşkera dike ku PDK li ser karakirin a Perleman a Kurdistanê li gel Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdisatn(YNK)yê ji hev nêzîk bûne, bi awayekê ku herdû alî nêzîkin ji rêkkevtinê li ser guhrtinan di deste ya serokatî ya perlemanê de.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/d3a9ffe7-8969-4ce7-94fb-6d8c867d8afd/pdk%20w%20ynk.ism/manifest

K24- Hewlêr

Gotebêj ê Partî ya Dîmukratî ya Kurdisatn(PDK)yê aşkera dike ku PDK li ser karakirin a Perleman a Kurdistanê li gel Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdisatn(YNK)yê ji hev nêzîk bûne, bi awayekê ku herdû alî nêzîkin ji rêkkevtinê li ser guhrtinan di deste ya serokatî ya perlemanê de.

Mehmûd Mehemed, gotbêj û endam ê Mekteb a Sîyasî ya PDKyê dibêje: Me çend nerîn ên cûda hene li ser karakirin a perlemanê. Ev di demekê daye ku 8 mehin perleman ji kar kevtîye û bi merem a karakirin a wê jî hijmarek a kombûnan hatîne encandan lê bê encam bûne.

Rêkevtin a di navber a PDK û Ynkyê ku bi rêkkevtin a Sitratîcî hatîye nasîn di kombûn a dahatî de danûstan dê li ser bihê kirin daku hinek ji madde yên wê bihên hevwarkirin. Li gor axivtin ên gotebêj ê PDKyê herdû alî gehiştine wê rayê ku divê hinek ji wan madde yên rêkkevtinê, bihên hevwarkirin.

Li ser pirs a rifrandomê Mehemûd Mehemed dibîje: Em wek PDK hatîne gazîkirin bo kombûn a Barzanî li gel alî yên sîyasî li ser ewê mijarê.

Li ser mijar kombûnê li gel Bizav a Gorran, got: Heya niha me çi bername nîne bo kombûnî yan rîkkevtinê li gel gorran.

Li ser çaksazî yên nav PDKyê jî got: Raport ên komîteyan hatîne pesindkirin û wan di nav PDKyê de destkirine bi çaksazîyê.