Li Qamişlo 3ê Serkirdeyên Partiyên Siyasî hatin berdan

Li gor Asayîşê ew sekirdeyên partiyên siyasî bi sedema beşdarbûna wan di xwepêşandanên bê rûxset de hatibûne girtin.

K24-Navenda Nûçeyan

Şeva borî Asayîşa Rojavayê Kurdistanê li bajarê Qamişlo çend endamên partiyên siyasî yên ku, berî niha hetibûn girtin, berdan.

Derbarê berdana wan girtiyan de, peyamnêrê K24ê li bajarê Qamişlo ragehand ku, Asayîşa Qamişlo her yek ji serkirdeyê Partiya Yekîtiya Kurd Enwer Naso, Ridwan Hemo û  Endamê serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê li Sûriyê Ebdilkerîm Ebo Luqman ji zindanên xwe berdan.

Peyamnêrê K24ê da zanîn ku, her duh êvarî Endamê rêxistina Amûdê ya Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê Mecdel Hac Qasim ji aliyê Asayîşa bajarê Amûdê hatibû berdan.

Li gor Asayîşê ew sekirdeyên partiyên siyasî bi sedema beşdarbûna wan di xwepêşandanên bê rûxset de hatibûne girtin.