Serkirdeyekî PDKê: Pêşwaziya li şanda YNK û Goranê nakin

Şandeke hevbeş ya YNK û Tevgera Goranê li benda biryara PDKê ne, da ku bizanin ku PDKê dê pêşwaziyê li wê şandê dike yan na.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/fd39d9b6-dd5e-47b8-9d20-e75881175539/pdkwgoran.ism/manifest

K24 – Hewlêr

Şandeke hevbeş ya YNK û Tevgera Goranê li benda biryara PDKê ne, da ku bizanin ku PDKê dê pêşwaziyê li wê şandê dike yan na.

Endamekî serkirdeyatiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) dibêje, ew pêşwaziya li şanda hevbeş ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goranê nakin, ji ber ku her tiştê rêkeftinê li cem wan aşkere ye, lê her pêşniyareke nû jî bo ji hev nêzîkbûna aliyên siyasî hebe, ewê pêşwaziyê bikin.

Li beramberê jî berpirsekî Tevgera Goranê jî dibêje: “Heger çi projeyek bo çareserkirina pirsgirêkan hebe, dê cihê guftûgoyê be. Pirsgirêka me bi tek kesekî ve girênadin. Pirsgirêka me pirsgirêka hikûmranîyê ye.”

Biryar e di vê hefteyê de Yekgirtûya Îslamî bi projeya nû serdana aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê bike, ku li gor zanyariyên K24ê, pêşniyarên Yekgirtûya Îslamî ew e, ku Yûsif Mihemed wek Serokê Parlementoyê bimîne, piştre guharitinê di Desteya Serokayetiya Parlementoyê were kirin.

Derbarê pêşniyara Yekgirtûya Îslamî de jî, PDKê dibêje ku, ew razî dibe lê bi merca rêkeftina li ser Desteya Serokayetiya Parlementoyê çê bibe.