Operasyona kontirolkirina rojavayê Minbicê destpê kir
Di 1ê meha borî de, Şervanên Encûmena Leşkerî ya bajarokê Minbicê bi piştevaniya firokeyên Hevpeymaniya Niştimanî dest bi operasyona rizgarkirina bajêr kirin.
K24-Minbic
Şervanên Encûmena Leşkerî ya bajarokê Minbicê di çarçoveya operasyona rizgarkirina wî bajarokî dest bi qonaxeke nû kirin û li Rojavayê bajêr niha şerekî giran didome.
Derbarê pêşhateyên nû yê operasyona rizgarkirina bajarokê Minbicê peyamnêrê K24ê li derdora wî bajarî ragehand ku, niha Şervanên Encûmena Leşkerî ya bajarokê Minbicê ber bi rojavayê bajêr ve diçin û nêzîkî rêya Sebih Behrat û nexweşxaneya Niştmanî bûne û li wir şereke dijwar di navbera wan û çekdarên DAIŞê de berdewam dike.
Peyamnêrê K24ê da zanîn ku, Şervanên Encûmena Leşkerî ya bajarokê Minbicê li wê eniyê dixwazin aliyê Rojavayê bajêr ji DAIŞê baqij bikin.da zanîn ku,di encama wî şerî de 15 çekdarên DAIşê hatin kuştin ku, yek ji wan berpirsê eniya rojavayê Minbicê bû.
Di 1ê meha borî de, Şervanên Encûmena Leşkerî ya bajarokê Minbicê bi piştevaniya firokeyên Hevpeymaniya Niştimanî dest bi operasyona rizgarkirina bajêr kirin.