Li Colemêrgê dengê du teqînan hat bihîstin
Derbarê kuştî û birîndaran ti agehdarî heta niha nehatiye wergirtin.
K24-Navenda Nûçeyan
Li gundê Sirûnîs yê girêdayî navçeya Şemzînan ya Colemêrgê û mezreyan qedexe derketina derve hat ragihandin. Li Colemêrgê jî dengê dû teqînan hat bihîstin.
Duh, di encam teqîneke li ser rêya Bêzelê de 5 leşkerên Tirkiyê hatibûn kuştin. Piştî vê yekê parêzgariya Colemêrgê li gundê Sirûnîs yê Şemzînan û 2 mezrayan ji bo sê rojan qedexeya derketina derve ragihand.
Li gor çapemeniya Tirkiyê şeva borî li navenda Colemêrgê jî dengê dû teqînên mezin hatiye bihîstin û piştî teqînan şer rûdaye. Derbarê kuştî û birîndaran ti agehdarî heta niha nehatiye wergirtin.