Erdogan tekez nake ku Bahoz Erdal hatiye kuştin
Serokomarê Tirkiyê behsa serkirdeyê PKKê Bahoz Erdal dike, ku berî du rojan ajansa “AA” nûçeya şehîdbûna wî li Sûriyê belav kiribû.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiyê behsa serkirdeyê PKKê Bahoz Erdal dike, ku berî du rojan ajansa “AA” nûçeya şehîdbûna wî li Sûriyê belav kiribû.
Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan di dema vegera xwe ji Lûtkeya NATOyê ya li Polonyayê de, bersiva rojnamevanan da û got: “Zanyariyên me hene ku, grûpeke ji 14 kesan pêk dihat, hatine kuştin. Bo wergirtina nûçeyên zêdetir jî berdewam in. tenê ev zanyariyên min hene.”
Berî çend rojan ajansa nûçeya ya anadolû ya Tirkiyê di nûçeyeke xwe de diyar kir ku, yek ji berpirsên PKKê Dr. Bahoz Erdal li Til Hemîsê hatiye kuştin. Hêzên Parastina Gel (HPG) piştî belav bûna vê nûçeyê ew yek derew derxistibû û gotibû, Bahoz Erdal li Kurdistanê ye û li ser karê xwe ye.
Berpirsê berê yê gerîlayên PKKê Bahoz Erdal bi diyartirîn fermandarê leşkerî ya Partiya Karkerên Kurdistanê tê hejmartin, ku tê gotin ku çûye Rojavayê Kurdistanê û perwerdeya şervanan dike.