Nivîskarekî Ereb: Barzanî guleyeke jehrî li Sykes – Picotê daye
Nivîskar û sernivîsê rojnameya “Heyat” derbarê xewna Kurd bo damezrandina dewleta Kurdî di gotarekê de radigehîne, Serokê Herêma Kurdistanê guleyeke jehrî li bedena rêkeftina Sykes-Picot da.
K24 – Navenda Nûçeyan
Nivîskar û sernivîsê rojnameya “Heyat” derbarê xewna Kurd bo damezrandina dewleta Kurdî di gotarekê de radigehîne, Serokê Herêma Kurdistanê guleyeke jehrî li bedena rêkeftina Sykes-Picot da.
Sernivîskarê rojnameya El-Heyatê Xesan Şerbil, di gotara xwe de ragehandiye, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî nîgeraniyên welatên derdora xwe yên derbarê pêngavên xwe de baş xwandiye û ji ber vê jî pir bi agahdarî ve pêngavên xwe davêje.
Şerbil behsa bûyereke çend sal berî niha dike û radigehîne, Serokê Sûriyê Beşar Esad red kir, ku wek Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Barzanî bike, lê piştî şerê navxwe yê Sûriyê ku di meha Adara 2011ê de dest pê kir, razî bû wek Serokê Herêm pêşwazî lê bike û vexwande Sûriyê, lê Barzanî got; êdî dema wê derbas bû.
Herwiha ew nivîskar û rojnamevanê Ereb dibêje, dema ku sala 2005ê Mesûd Barzanî wek serokê Herêma Kurdistanê hate helbijartin wî serdana Barzanî kiriye û her wê demê jî, ji xwe re gotiye kurê Mela Mistefa Barzanî gulleyekî jehrî li bedena Sykes-Picot bide.
Şerbil amaje bi vê yekê jî kir, Kurdên Başûrê Kurdistanê çareseriya dîrokî bi hilweşandina Sedam ve da destpê kirin û Kurdên Rojavayê Kurdistanê jî çareseriyekî dîrokî li şerê Sûriyê bidest dixin, bi vê jî Rojava guleya duyem li nexşeya rêkeftina Sykes-Picot dide.
Şerbil dibêje jî, riya serxwebûna Kurdistanê û cudabûna Başûrê Kurdistanê li Iraqê û xeniqandina xewnên Kurdan pir zihmet e, ji ber ku Amerîka ne amade ye li dijî xewnên Kurdan rawesta û Erdogan jî hêza xwe vê derbarê de kêm e.