Rawêjkar ê ragehandin a kunsilxane ya Turkîyayî bersiv a tuhmet ên PKK dide
Piştî ku Partî ya Karker ên Kurdistanê(PKK) hijmarek a hevwelatî yên Herêm a Kurdistanê bi sîxûrîkirinê bo dezgeh ên Mît a Turkîyayê tuhemtbar kirîn, ragehandin a Kunsilxane ya Turkîyayê li Hewlêrê ku nav ê di lîstê de heye, di rûhinvekirinekê de bersiv a wan tuhmetan da û belavkirin a wê nûçeyê jî di hinek mêdya yên nêzîk ji PKKyê bi karek ê dûr ji rewşt û sinc ên rojnamevanîyê wesif kir.
K24- Hewlêr

Pola Ûmer, rawêjkar ê ragehandin a kunsilxane ya Turkîyayê li Hewlêrê di rûhinvekirinekê de, ku wêneyek a wê bo Kurdistan24 hatîye şandin, aşkera kirîye ku şandek a kunsilxane ya wan sedan a Suleymanîyê kirîye û li Hotêl a Ramada li Silêmanîyê vemane û li wir nasname û bac a karkirinê dayîne Hotêlê û PKKyê bi wê rêyê ew nasname destkevtîye û wêne yên wan belav kirîne.
Pola Ûmer daxwaz kirîye jî ku Pêdivîye asayîşê rûhinvekirin hebe yan jî dûvçûnê bike bo evê pirsê.
Di pişkek a dî de ya rûhinvekirinê, rawêjkar ê kunsilxane ya Turkîyayê pirsyar ê ewê yekê jî kirîye, erê her kesek li kunsilxaneyek a bîyanî kar bike dibe sîxur û dibêje: Heqe mêdya ew evê pirsyarê li xwe bikin.