Hoşyar Ebdûlla waz dihîne
Piştî pênc salan ji endmînîyê di Civat a Gorran de û dû salan di serkatî ya firakisyûn a Gorran de li Civat a nwêner ên Îraqê, Hoşyar Ebdûllah, mîdyakar û helsûrav ê Gorran dest vekêşana xwe ji post a xwe ragehand.
K24-Hewlêr

Di nivîsînekê de ku li tor a civakî ya Feysbûkê belav kirîye, Hoşyar Ebdûlla ragehand: Li 13yê Xizîran a burî , dest ji kar vekêşan a xwe pêşkeşî, rêkxer ê giştî yê Gorranê, Newşîrwan Mistefa kirîye û evro jî navbirî desvekêşan a wî pesind kirîye.
Xuya jî kirîye ku li gor pryrew a Gorran, her kes bibe serok ê firakisyûnê, yekser dibe endam ê Civat a wan û bi vî awayî jî, ji evro paşve jî wek helsûravek ê asayî yê Gorran dê vemîne û çi postek a organî nawegire.
Di pişkek a dî ya nivîsînê de, hêvî xwaztîye, ku ew rêkkevtin a li gel Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdistanê encamdane û duristkirin a hevpeyamanî ya di navber a wan de, di xizmet a xelkê û canê yekrêzîyê û bi hev re karkirinê bibe li gel firakisyûn ên din berfirehtir û mukimtir bibe.