Tehran: Seûdîye Herêm a Kurdistanê bo têkdan a asayîş a Îranê bikar dihîne
Komar a Îslamî ya Îranê ragehand: Brpirs ên Seûdîye li gel rikaber ên Kurd ên Îranê li bajar ê Hewlêrê kombûne û heya niha çend caran li Rojhilat a Kurdistanê kar ên têkdan a asayîşê encam dane.
K24- Hewlêr
Komar a Îslamî ya Îranê ragehand: Brpirs ên Seûdîye li gel rikaber ên Kurd ên Îranê li bajar ê Hewlêrê kombûne û heya niha çend caran li Rojhilat a Kurdistanê kar ên têkdan a asayîşê encam dane.
Muhsin Rezayî, sikirtêr ê Civat a Dîyakirin a berjewendî yên Îranê,ragehand: Me belge li ber destin ku Seûdîye piştîvanîyê li Opizisyûn a Îranî dike.
Rezayî got jî: Hemû ew tîror ên ku di dem a burî de li Îranê hatîne encamdan bi piştîvanî ya Seûdîye û girûp ên neyar ên Îranê hatîne encamdan û ji wan girûpan jî Mucahîdîn Xelq.
Piştî şerr û pevçûn ên evê dawîyê di navbeer a Pêşmerge yên Hizb a Dîmukratî ya Kurdistan a Îranê û Supa yê Pasdartan li bajar ên Rojhilat a Kurdistanê, Îranê Seûdîye tuhemtbar kir bi piûtîvanî ya Opizisyûn a Kurdî û ragehand ku ew hizb ji alîyê seûdye ve û li Herêm a Kurdistanê dihên arsatekirin bo rojhilat a Kurdistanê.