Bajar ê Pêxemberan

Rihaya bakurê Kurdistanê ji bo tûrîzma baweriyê bajarekî gelekî girîng e. Golamasiyan ya bajêr ji bo geştyaran navenda pêşî ye kuserdanawê bike. Ji bilî geştrayên xwemalî ji Îran, Iraq, başûrê Kurdistanê û welatên Ewropajî gelek tûrîst serdana vêgolê dikin.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/64fbcedf-294a-4ae8-8f80-fc888673dc68/Bajare%20Pexemberan.ism/manifest

K24- Riha

Riha ya bakurê Kurdistanê ji bo tûrîzma baweriyê bajarekî gelekî girîng e. Gola masiyan ya bajêr ji bo geştyaran navenda pêşî ye ku serdana wê bikin. Ji bilî geştrayên xwemalî ji Îran, Iraq, başûrê Kurdistanê û welatên Ewropa jî gelek tûrîst serdana vê golê dikin.

Riha yek ji mezintirîn bajar li bakurê Kurdistanê û di warê tûrîzma baweriyê de di rêza yekemin de cih digire.  Li gorî rîvayetan, Hezretî Îbrahîm li vî bajarî ji dayik bûye û jiyana Hezretî Eyyûp, Hezretî Elyas û Hezretî Şuayip jî li Rihayê derbarz bûye. Lewra di hemû dem ên salê de Riha rastî eleqeyeke mezin ya geştyaran tê.  Cihê pêşî geştyar berê xwe didinê jî "Gola Masiyane". Ji bo geştyaran tê pêşniyazkirin ku ber bi êvarî serdana gola masiyan bikin. Ji ber ku di nava rojê de germahî gelekî zêde ye.

Welatîyek dibêje: "Riha bi roj pirr germ e. Bi rastî jî gelekî germ e ku germahî digehêje 45-50 pileyan. Êvaran hênike, xweş e. Ez pêşniyaz dikim. Ku geştyar şev derkevin û bigerin."

Geştrayên serdana gola masiyan dikin, mest dibin û bi ava golê ser çavên xwe dişon ku li gorî baweriyawan ev av aveke bi şîfa ye. Herwiha geştyar dibêjin ew pê serbilind dibin ku bajarekî wisa pîroz heye ku mazûvanî ji gelek pêxemberan kiriye.

Geştîarek dibêje: Ji ber Riha bajar ê pêxemberan e, hestên mirov yên misilmaniyê derdikeve pêş.  Mirov baweriya xwe xurttir dike. Em kêxweş dibin ku tên serdana bajarê pêxemberan dikin."

Li gorî rîvayetan, di dema baweriya pûtperestiyê de, Hezretî Îbrahîm put aniye xwarê û şahê wê demê fermana kuştina wî daye. Di wêdemê de êzin li şûna Gola Masiyan hatiye danîn û HezretîÎbrahîmtê de hatiye bicihkirin. Gava agir berdidinê zingan ku Hezretî Îbrahîm bi şewitînin, ew agir dibe av û êzingên di navê de jî dibin masî. Lewra ev Gola Masiyan goleke pîroz e li gorî baweriya îslamê.