Li navenda Stenbolê berava koçberan

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/88c47601-d0eb-4c89-8048-b5d20935e585/KocberBerav.ism/manifest

K24- Hewlêr

Ev der beraveka li navenda Stenbolê ye. Ev berava ku nêzîkî taxên dewlemendên Stenbolê  cih digire  ji mirovan teji bûye.lê ew kesên xwe diavêjin avê ne dewlemendên Stenbolê ne Pitirîna wan ji  koçberên Suriyeyî pêktên..Bi hezarana jin û mêr ,zarok  û  pîr ji bo ku xwe biavêjin avê û bidin ber tavê  li ber vê berava deryaya Marmarayê ne.Heta ku hinek kesan ev berav ji xwe re kiriye cihê mayînê jî.

Koçberek dibêje:''Em xelkê Suriyeyê ne. Me zarokên xwe anîn vêderê da ku kêfxweş bibin.''

Hemwelatiyekê Tirkiyê, dibêje:''Tehtîla cejnê bû me jî zarokên xwe anî vêderê .av sar e xwe xistine nav qûm û xîzê''

Koçberekî got:''Înşallah li Suriyeyê şerê bidawî bê.Tirkiye gelek xweşe ,em spasiya wan dikin.''

Li vê beravê ji koçberên Kurd heta yên ereb û Kurdên ji bakurê Kurdistanê hatîn herkes ji bo ku rojeki xweş derbas bikin bi malbata xwe ve li ser van berava ne. Li vê beravê hinek kesan xwe bicilan avêt avê hinekan pê alavên melevaniya xwe elîmand melevaniyê , hinekan jî bi dilê xwe lehîstin.

Hemwelatîyek dibêje:'' Em ji ber şerî ji Nisêbîna bakurê Kurdistanê reviyan û hatin Stenbolê''

Koçberekê jî got:''Li Suriyeyê şer heye evder gelek xweşe, ez bi malbata xwe ve hatim vê beravê''

Ev berava ku bê pere ji bo wan koçberên ji germahî û zorî û zehmetiyên Stenbolê westiyayîn bûye wek deriyekê bêhnvedanê.