Con Kêrbî bo K24: Bi rê ya Bexdayê ve harîkarî ya Herêm a Kurdistanê dikîn
K24- Hewlêr
Di hevpeyvînek a taybet de bo Kurdistan24, gotebêj ê wezaret a derve ya Emerîkayê, Con Kêrbî ragehand: Harîkarîkirin a Herêm a Kurdistanê her dê bi rê ya Bexdayê ve bibe.
Di hevpeyvînê de, Con Kêrbî, bal kişande ser azayînî û qurbanîdan a hêz a Pêşmerge yê Kurdisanê û got: Em azayî û qehremanî û qurbanîdan a hêz a Pêşmege bilind dinerxînîn.
Xuya jî kir, Ku Emerîka bayex û pûte ya taybet dide Kurd û Herêm a Kurdistanê û aqmaje bi wê yekê kir ku her carekê berpirsekê Emerîkayê serdan a Bexdayê kiribe, rû li Herêm a Kurdistanê jî kirîye û serdan a Hewlêrê jî kirîne.
Di pişkek a dî ya hevpeyvînê de, gotebêj ê wezaret a derve ya Emerîkayê aşkera kir, ku divê heftîyê de wezîr ê derve yê Emerîkayê serdan a Rûsyayê dê bike.
Serdan a wezîr ê derve yê Emerîakyê bo Rûsya piştî hefyekê dihê ji girjî ya di navber a Mosko û Waşintinê de ku di vê demê de her yek ji van dû welatan hijamrek a dîplomatkar ên hevdû ji paytext ên xwe derkirin.