Wezîr ê berevanî ya Kendayê gehişte Hewlêrê

Wezîr ê bervanî ya Kenedayê, Harcêt Sacan gehişte bajar ê Hewlêr a paytext a Herêm a Kurdistanê.

K24- Hewlêr

Wezîr ê bervanî ya Kenedayê, Harcêt Sacan gehişte bajar ê Hewlêr a paytext a Herêm a Kurdistanê.

Demekê berî niha li firokexane ya nêvdewletî ya Hewlêr bo car a dûyê pêşwazî hat kirin ji wezîr ê berevanî ya Kenedayê Harcêt Sacan kir, ku car a ber niha li 20ê Kanûn a yekê/2015yê bû serdan a Kurdistanê kiribû.

Di serdan a berê de Sacan ji bilî ku li gel berpirs ên serbazî yên Herêmê kom bibû û li gel Mesûd Barzanî jî civîya bû.

Wezîr ê bervanî ya Kendayê ji alî yê Felah Mistef a berpirs ê peywendî yên Dervê ya hikumat a Herêm a Kurdistanê û Kerîm Şengarî wezîr ê hindûrî hikumet a Herêm a Kurdistanê  hat pêşwazîkirin.

Çaverê dihê kirin piştî gehiştin a wî li gel berpirs ên bala yên hikumet a Herêm a Kurdistanê û berpirs ên bala yên wezaret a Pêşmerge bicive.

Sacan li 4ê Çirî Dûyê/2014yê bû wezîr ê Berevanî ya Kenedayê û ser bi Partî ya Azadîxwaz a Kendayî ye. Ew hevwelatîyeke bi ocax Hindistanîye û dem a jî yê wî çar sal bûye, malbat a wan çûyîne Kenedayê. Sacan 26 salan xizmet a serbazî di nav sûpayê Kendayê kirîye.