Di rojeva ENKSê de destûra fedraliyê

Di 18ê vê mehê dê li Stenbolê Opozisyona Sûriyê ligel ENKSê Civîneke Taybet li ser Fedraliyê kurdî li Sûriyê, bi rêve bibe.

K24-Hewlêr

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê(ENKS) Pirojeya Destorê û Fidraliya Kurdistana Sûriyê li bajarê Cenêvê yê ligel Pisporên biyanî û Wezareta Derve yê Almanyayê bi dawa anî.

Serokê ENKS Ibrahîm Biro mijara Destûrê Zelal dike û dibêje ku, Destora Rêveberiya Xweser raghndî metirsiya li ser herêmên kurdî li Rojavayê kurdistanê.

Heta niha ENKSê danûstandin li ser destûrê ji aliyê ENKSê ve berdewam e, ew dibêje pêwîste komîta yasayî yê ENKSê biryarê li ser destûrê bide.

Ji aliyê xwe Sekreterê PDK-S Sûd Mela jî  nerîna xwe li ser destûra ku berî niha Rûsya pêşniyar kirbû, herwiha ya Rêveberiya Xweser wiha anî ziman.

Di 18ê vê mehê dê li Stenbolê Opozisyona Sûriyê ligel ENKSê Civîneke Taybet li ser Fedraliyê kurdî li Sûriyê, bi rêve bibe, eger Opozîsyon û ENKS li ser mijara Ferdraliyê û mafên kurdan bi temamî rêkeftin, dibe ku  aliyên navdewletî yên destpêşxeryê hikûmeta Sûriyê û opozisyonê dikin, ENKSê  Wekû nûnerê Kurdistana Sûriyê bi fermî  Bipejrînin.