Li Rojava zêdebûna xalên pişkinînê
Ji bilî hêzên fermî yên bi ser Rêveberiya Xweser ve, welatî û nişteciyên sivîl jî li hin taxan û filkên sereke xalên pişkinînê birêve dibin.
K24-Qamişlo
Di heyama 40 rojên bûrî de 4 teqîn li bajarê Qamişlo û hin deverên derdorê rû dane, ev yeke bûn sedema bihêzkirina rêkarên ewlehiyê nemaze piştî teqîna dawî ku, li bajarê Hesekê rû dayî, di encama wê de 28 kesan canê xwe ji dest dan.
Endamên Asayîşa Rojava didin zanîn ku zêdekirina rêbend û xalên pişkinînê di hundir û derdora bajêr bi armanca çavdêriya hatina xelkên biyanî bo deverê ye û têkbirina hewildanên derbasbûna kesên terorîste, ji bilî ku ev rêkar di demên helkeftan de zêde dibin ji ber kesên xwekuj ku derfetê di van rojan de dibînin.
Ji bilî hêzên fermî yên bi ser Rêveberiya Xweser ve, welatî û nişteciyên sivîl jî li hin taxan û filkên sereke xalên pişkinînê birêve dibin, tekez dikin ku, zêdekirina rêkarên ewlehiyê nabe sedema zêdekirina metirsiyan li cem xelkên Qamişlo.
Herwiha didin zanîn ku, ne tenê Asayîş berpirse di ber parastina deverê de lê belê pêwîste her kes xwe dûrî helwestên siyasî bike û alîkariyê bo zêdekirina ewlehiyê nemaze di vê demê de bike.
Di encama 4 teqînên ku di vê demêde rûdane bêhtirî 40 kesan canê xwe ji dest dane û bi dehan jî birîndar bûne, û di dema ku hêzên parastinê dibînin ku rewş di bin kontrolkirina wan deye, lê hin çavdêr dibînin ku ev yek nîşaşna valahiyeke ewlehî ye û dibe cihê zêdekirina metirsiyan di nav xelkê de, nemaze pêştî zêdebûna pêlên koçberiyê bo herêmên Kudrî ji deverên di bin kontrolkirina rêxistina Daişê de, ku ev yek jî karê hêzên asayîşê zehmetir dike.