Jinek a Holendî ya di nav Daişê de, xwe radestê Pêşmergeyan dike
Jinek a Holendî ku dayîk a dû Zaroyane, evro ji dest çekdar ên Daişê ji Mûsil revî û xwe radestê hêz a Pêşmerge yê Kurdistanê kir.
K24- Hewlêr
Jinek a Holendî ku dayîk a dû Zaroyane, evro ji dest çekdar ên Daişê ji Mûsil revî û xwe radestê hêz a Pêşmerge yê Kurdistanê kir.
Lora Encêla Hansin, ji dayîkbû ya sal a 1995êye û dayîk a dû zaroyane bi nav ê Îman (4 salîye) û Ebdûllah (yek salîye), xelk ê bajar ê Denhax a Holendîye û li meh a 9 a sal a 2015yê peywendî bi Daişê ve kirîye.
.jpg)
Ev jin a Holendî taybet bo Kurdistan24 axift û çîrok û serbûr a xwe û zaro yên xwe got û behs a bi hawarçûn a Pêşmergeyan kir û rizgarkirin a wê ji dest wê girûpê û sûpasî ya hêz a Pêşemerge yê Kurdistanê kir ku glelk mirov dostane reftar li gel wê kirîye.
Lora amaje bi wê yekê jî kir ku di burdûmanê de dû zaro yên wê birîndar bûn û ji alîyê Pêşmerge ve, çaresrî bo wan hatîye kirin û gelek harîkarî ya wê kirine.

Ew jin a Holendî behs a tengejaerî ya jîyan a xwe û zaro yên xwe dike li dem a di nav Daişê de jîyane û dibêje: Em di kawdanek a gelek naxweş û nahevwar de dijîyayîn û çi caran bi jîyan a Holendayê nahê hevberkirin.
Li ser çawanî ya peywendîkirinê bi wê girûp a tîroristî ve, Lorayê Got: Mêr ê min Holendî ye û bi nijad Felestînîye û min bi rê ya Internêtî nasîye.
Ev jin a Holendî li gel mêr ê xwe, destpêkê hatîne Turkîyayê û ji wir jî bo Surya, demekê li bajar ê Reqe vemane ku bingehek a serekî ya Daişê ye, dûv re hatîne veguhaztin bo bajar ê Musilê ku bingeh a serekî ya Daişê ye li Îraqê. Evro jî ji dest çekdar ên Daişê revîya û xwe gehande ba hêz a Pêşemerge yê Kurdistan.
.jpg)
Holenda yeke ji wan welat ên ku hijmarek a hevwelatî yên wê peywendî bi girûp ên tundrew ve kirine û bi rê û şwêaz ên cûda xwe gihandine Îraqê û Sûryayê û peywendî bi wan girûpan ve kirine.
Li gor zanyarîyan pişke mezin ji wan bîyanî yên çûyîne di nav Daişê de û peywendî kirine bi girûp ên tîroristî yên din, piûtî demekê poşman bûne û hijmarek a wan vegerrîyane welat ên xwe û ji dest Daişê revîyane.
.jpg)
Berê jî çend kes ên bîyanî ji dest ên çekdar ên Daişê hatîne rizgarkirin û xwe gehandine dever ên jêr desthilat a Pêşmerge.
Li 17yê/2/2016 hêzek a taybet a dijetîror a ser bi Civat a Asayîş a Herêm a Kurdistanê, şîyan kiçek a Siwêdî bi nav ê Marlîn Stîvanî Nîverlayîn di kûrahî ya jêr desthilat a Daiş rizgar bikin û vegerrînin welat ê wê.
Herweha hevwelatîyek ê Emerîkayî bi nijad Ereb bi nav ê Mehemd Cemal Xiweyîs, temen 26 sal, roj 14yê/ Adar a / di wê demê de ku divîya xwe bigehîne Turkîyayê û rêz ên Daişê bihêle, ji alî yê hêz a Pêşmerge yê Kurdistanê hat girtin.
.jpg)