Herêmên qedexe û mêşvanî

Li gelek devrên bajarê bakurê Kurdistanê hîn "sepanên herêmên bi ewle" berdewam dike. Ji ber wan herêmên bi ewle gelek kes nikarin karê xwe bikin û lewre hindek pîşe jî zirarên mezin dibînin. Ji ber vê kiryarê li Dêrsimê jî karê mêşvaniyê ketiye nava xetereyeke mezin.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/cefd0949-8ad9-463a-b717-adffcdd2972f/HeriminQedexe.ism/manifest

K24- Dêrsim

Li gelek devrên bajarê bakurê Kurdistanê hîn "sepanên herêmên bi ewle" berdewam dike. Ji ber wan herêmên bi ewle gelek kes nikarin karê xwe bikin û lewre hindek pîşe jî zirarên mezin dibînin. Ji ber vê kiryarê li Dêrsimê jî karê mêşvaniyê ketiye nava xetereyeke mezin.

 Dêrsima bajarê bakurê Kurdistanê ya ku malavaniya nebatên cihêreng dike nêzî 700 kes debara xwe bi mêşvaniyê dikin. Salên borî mêşvanên Dêrsimê mêşên xwe dibirin çiyayê Mûnzûrê û zozanên Dêrsimê. Zozanên Dêrsimê di warê nebatan de gelek dewlemend e, ji ber vê yekê jî heta hilberîna hingiv, mêşvan li ser wan çîya û zozanan diman.

Lê belê niha rewş guheriye. Ji ber wan şer û pevçunên ku li Dêrsimê berdewam dikin gelek dever wek "heremên ewle" hatine ragihandin, ji ber vê kiryarê jî mêşvan nikarin mêşên xwe bibin çiyayê Mûnzurê û zozananên Dêrsimê. Ew mêşvanên ku  mêşên xwe ji ber qedexeyan li derûdorên gundan bi cîh dikin, rave dikin ku li gorî salên borî hilberîna hingiv gelek kêm bûye.

Mêşvan Serdar Koknar ji K24ê re axivî û got: "Me par mêşên xwe birin kopa çiyayê Mercanê. Wê çaxê qedexe tunebû û rewş xweş bû. Di warê nebatan de dewlemendiyek hebû. Lê mixabin îsal dewletê gelek deverên Dêrsimê qedexe kir. Mêşên me perîşe bûn. Ez bawer nakin ku em îsal xêr û bêrê ji mêşan bibînin."

Ji bo hingivek baş pêwîst e ku mêş biçin deverên cuda cuda û li ser gelek nebatan bigerin. Dema ku mêş heyamek zêde li heman cihî bisekinin hingiv çênakin û şilxa mêşan vî cihî diterikîne û diçe deverekî din. Ev yek ji bo mêşvanan jî zirarek mezin e. Digel vê yekê rayedarên saziyên mêşvaniyê dibêjin ku gelek kêşeyên mezin li pêşiya mêşvanan hene ku nikarin biçimin zozan û çiyayên bilind.

Serokê Yekitiya MêşvananKazim Dogan jî dibêje: "Ji bo hingivek bi qelîte, pêwîst e mêş bi taybetî li zozanan bên bicihkirin. Lê belê gelek kêşe hene li pêşiya mêşwanan. Cihê ku mêş lê bên bicihkirin tuneye û ya herî giring jî dewletê gelek cihên sirûştî û xwedî nebatên cihêreng kirine deverên bi ewle.  Dê çawa mêşvanî pêşbikeve."

Rayedarên saziyên mêşvanan dibêjin ku ger kêşe neyên çareserkirin û qedexeyên li ser zozanan neyên rakirin dê hingivê bêqalîte û têr şekir bikeve nava bazaran û ev yek jî ji bo tendûristiya welatiyan xetereye. Herwiha mêşvan jî hêvî dikin ku demek nêz de qedexeyên li ser zozanan rabin da ku bikaribin bi dilrehetî mêşvaniyê bikin.