Keneda: Pilanekî me bo pirçekirina Pêşmerge heye

Wezîrê Bergiriya Kenedayê berî du rojan bi serdanekê giheştibû Herêma Kurdistanê û ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiya bû.

K24-Navenda Nûçeyan

Wezîrê Bergiriya Kenedayê Harcêt Sacan ragehand ku, pilaneke wan bo pirçekirina Pêşmergeyên Kurdistanê heye.

Wezîrê Bergiriya Kenedayê Harcêt Sacan li welatê Kiwêtê di kongiryeke rojnamevanî de piştgiriya welatê xwe bo Pêşmergeyên Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê ragehand û aşkere kir ku, pilaneke welatê wî bo pirçekirina Pêşmerge heye.

Di daxuyaniya xwe de li gel ajansa “Kona” ya Kiwêtî  Sacan behsa wan curê çekan yên ku, radestî Pêşmerge bikin û dema dayîna wan jî nekiribû.

Wezîrê Bergiriya Kenedayê berî du rojan bi serdanekê  giheştibû Herêma Kurdistanê û ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiya bû.