Li çend gundên Şrinexê qedexeya derketina derve hate ragehandin
Qedexe li li gundên Roboskî û Bêjeh yên ser bi Qilabanê ve yên parêzgeha Şirnexê hatine ragehandin.
K24-Navenda Nûçeyan
Li du gundên ser bi navçeya Qilaban a Şirnexê qedexeya derketina derve hat ragihandin.
Parêzgeriya Şirnexê ragihand ku li gundên Roboskî û Bêjeh yên ser bi Qilabanê ve li dijî endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)ê dê operasyon bê kirin.
Li gorî daxûyaniya parêzgeriyê li gundên navborî ji saet 03.00ê vê sibê û pêde heta daxwiyaniyeke din qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.