Li Sêrtê êrîş: jinek û zarokek birîndar bûn
Ji ber ku êrişkar werin girtin, ji aliyê tîmên taybet yên Tirkiyê ve li taxa Înonu operasyoneke berfireh destpê kir.
K24-Navenda Nûçeyan
Li Sêrtê şeva borî ji aliyê hin kesên nenas ve bi çekan êrîşî navendên hêzên ewlekariya Tirkiyê hate kirin, di bûyerê de jinek û kurê xwe birîndar bûn. Rewşa birîndaran giran e.
Bûyer şeve din li Taxa Înonu saet li derdora 03.00ê qewimî. Li gorî ragihandina çavkaniyên fermî hêzên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)ê bi roketan ji du cihan êrişî hêzên ewlekariya Tirkiyê kirin.
Piştî êrişî di navbera êrişkar û hêzên ewlekariya dewletê de pevçûn derket. Hat zanîn ku jineke 40 salî bi navê Besna Erzen û kurê wê yê 10 salî Yusuf Erzen li ser serbanê mala xwe di xew de birîndar bûn. Rewşa birîndarên ku bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê giran e.
Ji ber ku êrişkar werin girtin, ji aliyê tîmên taybet yên Tirkiyê ve li taxa Înonu operasyoneke berfireh destpê kir.
li zanyariyên K24ê YPS rê nadin welatî ji bajêr derkevin.