Li 22 gund û taxên Mêrdînê qedexeya derketina derva hate ragihandin
Hefteya borî endamên PKKyê bi otombîlekê bombebarkirî êrîşê qerekola leşkeran kiribûn û di encamê de 2 leşker û welatiyek canê xwe ji dest dabûn û 10 kes jî birîndar bûbûn
K24-Navenda nûçeyan
Li 22 gund û taxên bajarê Mêrdînê ya bakûrê Kurdistanê qedexeya derketina derva hate ragihandin.
Parêzgeriya Mêrdînê bi daxuyaniyeka nivîskî ragihand û da zanîn ku, bi armanca têkoşîna li dijî PKKyê û ewlekariya mal û canê welatiyan ji îro seet 06:00an heta fermanekî nû li 22 gûnd û taxên yên bi ser navçeyên wekî Mazîdax, Artuklu û Dêrikê derketina derva hatiye qedexe kirin.
Hefteya borî endamên PKKyê bi otombîlekê bombebarkirî êrîşê qerekola leşkeran kiribûn û di encamê de 2 leşker û welatiyek canê xwe ji dest dabûn û 10 kes jî birîndar bûbûn.