Li 22 gund û taxên Mêrdînê qedexeya derketina derva hate ragihandin

Hefteya borî endamên PKKyê bi otombîlekê bombebarkirî êrîşê qerekola leşkeran kiribûn û di encamê de 2 leşker û welatiyek canê xwe ji dest dabûn û 10 kes jî birîndar bûbûn

K24-Navenda nûçeyan

Li 22 gund û taxên bajarê Mêrdînê ya bakûrê Kurdistanê qedexeya derketina derva hate ragihandin.

Parêzgeriya Mêrdînê bi daxuyaniyeka nivîskî ragihand û da zanîn ku, bi armanca têkoşîna li dijî PKKyê û ewlekariya mal û canê welatiyan ji îro seet 06:00an heta fermanekî nû li 22 gûnd û taxên yên bi ser navçeyên wekî  Mazîdax, Artuklu û Dêrikê derketina derva hatiye qedexe kirin.

Hefteya borî endamên PKKyê bi otombîlekê bombebarkirî êrîşê qerekola leşkeran kiribûn û di encamê de 2 leşker û welatiyek canê xwe ji dest dabûn û 10 kes jî birîndar bûbûn.