Barzanî beşdarî di roja Niştimanî ya Fransayê de kir

Gotara Herêma Kurdistanê ji aliyê Berpirsê Pêwendiyê Derve yê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa ve hate xwendin.

K24-Hewlêr

Duh êvarî, li bajarê Hewlêrê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî beşdarî di merasîma salvegera roja niştimanî ya Fransa de kir.

Merasîma ku, ji aliyê konsolxaneya Fransayê ya li Hewlêrê ve hate amadekirin, bi amadebûna hejmarek berpirsên siyasî û kesayetî û nûnerên rêxistinên li herêma Kurdistanê, herwha nûnerên welatên biyanî li bajarê Hewlêrê birêve çû.

Di merasîmê de, konsolê giştî yê Fransayê Alan Gipxat di gotara xwe de, spasiya amadebûna Mesûd Barzanî kir û behsa pêwendî û dostatiya di navbera gelê Fransayê û gelê Kurdistanê de kir, da zanîn ku,  serdana serokê Fransayê Francois Hollande bo Hewlêrê ya di Îlona sala 2014an de nîşaneya dostaniya herdû gelan bû.

Konsil Fransayê amaje bi gef û êrîşên terorîstên DAIŞê kir, herwiha qehremantî û qurbanî dana hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di têkbirina terorîstan û parastina pêkhateyên netewî û olî yên Iraqê û Herêma Kurdistanê de kir.

Di vê merasîmê de gotara hikûmeta herêma Kurdistanê jî ji aliyê berpirsê peyvendiyên Derve yê Hikûmeta herêma Kurdistanê Felah Mistefa ve hate xwandin.