Mesrûr Barzanî sersaxiya gelê Fransayê kir

"Em di şerê li dijî terorê ligel Fransayê ne"

K24-Navenda Nûçeyan

Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê êrîşa bajarê Nîs yê Fransayê sersaxî li gelêFransayê kir.

Derbarê êrîşa Fransayê ya bajarê Nîsê ku, tê heta niha 84 kesan canê xwe ji dest dane û 100 kesên din jî birîndarbûne Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser malpera xwe ya taybet li Tiwtterê wiha nivîsandibû:"Sersaxiyê ji gelê Fransayê re dixwazim û em di şerê li dijî terorê ligel Fransayê ne. "

Herwiha Barazanî ew êrêş bi çebel binav kir.