Alîgir ên PYDyê ala ya Kurdisanê li ser cenaze ya Bavê Selah rakirin
Alîgir ên Tevdem li bajar ê Efrînê ala ya Kurdistanê li ser cenaze ya Bav ê Selah rakirin, ku duhî jîyan a xwe ji dest dabû.
K24- Hewlêr
Alîgir ên Tevdem li bajar ê Efrînê ala ya Kurdistanê li ser cenaze ya Bav ê Selah rakirin, ku duhî jîyan a xwe ji dest dabû.
Evro di dem a rêveçûn rêresm a wexerkirin a hunermend ê Kurd Bav ê Selah li kolanên Efrînê, hinek kes ên girîdayî bi Partî ya Yekêtî ya Demukrat(PYD)yê ala ya Kurdistanê ji ser cenaze ya hunermend ê navhatî rakirin û di encam de nakokî kevte di navebr a pişkdar ên rêresmê.
Evro sipêdyê jî asayîş a Efrînî haydarî dabû malbat a hunermend Bav ê Selah î ku nabe ala bihê hildan û nabe ti gotar jî di rêresm ên wexerkirin a dengbêj, Bav ê Selah bihê pêşkeşkirin.