Li Minbicê taxa El-Rabid hate kontirolkirin
Di 1ê meha borî de operasyona rizgarkirina Minbicê ji aliyê Encûmena Leşkerî ya bajêr destpê kirbû.
K24-Navenda Nûçeyan
Encûmena Leşkerî ya bajarokê Minbicê di çarçoveya operasyona rizgarkirina Minbicê karî ber bi navenda pajê pêşve biçe û cadeya El-Rabidbi temamî kontirol bike, herwiha ji mayînan jî baqij bike.
Peyamnêrê K24ê li bajarokê Minbicê ragehand ku, şer û pevçûn di navbera şervanên Encûmena Leşkerî ya bajarokê Minbicê li enya rojavayê bajêr berdewam e û şervan li wê deverê pêşve diçin.
Li gor agahiyên peyamnêrê K24ê şervanan karîn cadeya El-Rabid bi temanî kontirolbikin û ber bi navenda bajêr ve biçin, li gor yek ji şervanên Encûmenê ragehandî her deverên ku, ji aliyê wan tê kontirol kirin ji mayînan jî baqij dikin.
Berî niha şervanên Encûmena Leşkerî ya bajarokê Minbicê taxa El-Nfûs jî rizgarkirbûn ku dikeve rojavayê nexweşxaneya Niştimanî ya bajêr.
Di 1ê meha borî de operasyona rizgarkirina Minbicê ji aliyê Encûmena Leşkerî ya bajêr destpê kirbû.