Nûrî Malikî giheşte Silêmaniyê
K24-Silêmanî
Berî demekî nêzîk Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî bi serdanekî giheşte Silêmaniyê û biryare ligel berpirs û rayedarên YNKê û Bizava Goran bicive.
Li gor peyamnêrê K24ê hejmarek ji berpirsên YNK û parêzgarê Silêmaniyê pêşwazî lê kir, herwiha di serdana xwe de biryare Malikî ligel Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goran Newşêrwan Mistefa û Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî hevdîtinan pêk bîne.