PKK li xwe mikur hat ku êrîşî Pêşmerge kiriye
Hewlêr (K24) – Medyaya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li xwe mikur hat ku êrîşî hêzên Pêşmerge kirine û teqe li wan kirine.
Li gor medyaya ser bi Partiya Karekerên Kurdistanê (PKK), vê sibê di demjimêr 04:00ê de, mûşekek arasteyî Pêşmerge kirine, lê ew vê êrîşê weke guleyên hişyariyê bi nav dikin.
Berî niha, Birîkarê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn ji K24ê re ragihand; çekdarên PKKê kemînek li ber hêzên Pêşmerge li nêzîkî devera Berê Sîlê ya li navçeya Amêdiyê danîne û êrîş kirine ser hejmarek Pêşmerge û di encamê de 5 Pêşmerge şehîd bûn û 4 Pêşmerge jî birîndar bûn.
Herwiha Wezareta Pêşmerge jî ragihand: “Vê sibê 5ê Hezîrana 2021ê, hêzeke Pêşmerge di dema bicihanîna erkekî serbazî de li Çiyayê Metîna yê li navçeya Amêdî, bi mebesta parastina xelk û gundên vê navçeyê û vegerandina asayîşê bo deverê, ji aliyê hêzeke PKKê ve kemînek bo wan hatiye danîn, di encamê de pênc Pêşmerge şehîd bûn û çar Pêşmerge jî birîndar bûn. Berî niha jî me hişyarî dabû ku di egera rûdana bûyerên bi vê şêweyê de divê her kes rêz li sînorê Herêmê bigrin û asayîş û seqamgîriya Herêma Kurdistanê nexin metirsiyê.”