Li Rihayê li dijî hewla kudetayê gel daketin cadeyan
Helwesta xwe diyarkirin.
K24-Riha
Li Tirkiyê di 15ê Tîrmeha 2016an de ji aliyê hêzek leşkeran we hate xwestin ku darbeya leşkerî bê kirin. Lê belê bi hevkariya gel û polîsan ev hewl neçû serî û bi hezaran leşker, dozger û dadger hatine binçavkirin. Li seranserê Tirkiyê jî gel daket kolanan.
Li Girê Sora bajarê Rihaya bakurê Kurdistanê ev du roj in gel li dijî hewla darbeya leşkerî dakete kolanan û nerazîbûnên xwe nîşan dan. Gelê Girê Sorê li ber deriyê avahiya asayîşê kom bûn û li vê derê çalakiyên xwe lidarxistin.
Welatiyên ku deketin kolanan li seranserê bajarokê Girê Sor geriyan. Welatiyan rave kir ku wan ji ber darbeya 12ê Îlonê gelek nexweşî kişandin ji ber vê yekê jî ew derketine kolanan.
Derbarê vê yekê welatî Fîkret Arslanparçasî wiha got: "Di 15ê Tîrmeha 2016an de bi destê leşkeriyê ve li dijî nirxên me yên pîroz hate xwestin ku darbeyek bê kirin. Lê li ser bangawaziya Serokkamar Erdogan welatî daketin kolanan û li dijî darbeyê derketin."
Herî dawî di sala 1980an de bi destê leşkeriyê darbeyek pêk hatibû û herî zêde Kurdan eciziyên mezin kişandibûn. Welatiyên ku darbeya 12ê Îlonê dîtibûn amaje bi wê yekê kirin ku ev darbe li dijî hemû gelan hatiye kirin û careke din naxwazin vegerin salên berê.
"Heta ku em dikarin em ê tim li vê derê bin. heta ku esker di cihê xwe de rûnenî, heya ku aramî çênebe em ê vê meşa xwe û vê rûniştina xwe berdewam bikin."
Hweriha welatiyeke din jî wiha axifî:"Em idamê dixwazin idam, ev hemû xayînin."
Li bajarê Rihayê û bajarokên wê du roj in welatî li kolanan helwesta xwe nîşanî darbekeran didin û amaje bi wê yekê dikin ku ew êdî carek din nahêlin ku darbey mîna 12ê Îlonê bê vejandin. Herwiha di vê hewildana darbeyê de digel leşkerên ku hewl dane ku darbeyê pêk bînin 312 kesan canê xwe ji dest da.