Karsazên Diyarbekirê dixwazin pêvajo dîsa dest pê bike
Li Diyarbakirê karsazan li dijî hewla derba leşkerî daxuyaniyeke hevpar dan û ji dewlet û hikûmeta Tirkiyê daxwaz kirin ku, îradeya ku hewla derba leşkerî têk biriye, bibe boneya destpêkirina pêvajoya çareseriyê.

K24 – Diyarbekir

Yekitî û Odeyên karsazên Diyarbekirê li ber deriyê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê daxuyaniyeke hevpar dan û ragihandin ku, ji gava destpêkê û pê de xelkê Diyarbekirê li dijî hewla derba leşkerî derketin.
Li ser navê karsazan Serokê Komîteya Rêvebir yê Borseya Bazirganiya Diyarbekirê Engîn Yeşîl got: "Ji bilî îradeya gel em ti îradeyeke din nas nakin, em dev ji demokrasiyê bernadin û em hewlên derban jî qebûl nakin."
Di dawiya axaftina xwe de Yeşîl bangî rayedarên dewleta Tirkiyê jî kir û wiha got: "Em xelkê Diyarbekirê dixwazin pêvajoya çareseriyê dîsa destpê bike."