Şanda HDPê daxwaza zanebûna rewşa Ocalan dikin

Şanda Îmralî ya ku ji parlementerên HDPê pêk dihat, daxwaz dikin ku şandeke serbixwe serdana Îmralî û Rêberê PKKê Abdulah Ocalan bikin.

K24 – Navneda Nûçeyan

Şanda Îmralî ya ku ji parlementerên HDPê pêk dihat, daxwaz dikin ku şandeke serbixwe serdana Îmralî û Rêberê PKKê Abdulah Ocalan bikin.

Patiya Demokratîk a Gelan (HDP) li ser rûpela xwe ya Twitterê nivîsiye: “Divê şandeke serbixwe serdana berêz Ocalan bike û raya giştî derbarê rewşa wî de dilniya bike.”

Ev daxwaza serdana Îmraliyê ji aliyê HDPê ve tê ku, piştî hewla kudetaya leşkerî ya roja 15 Tîrmehê, ti agahiyeke dilniyabûnê derbarê rewşa Rêberê PKKê Abdulah Ocalan li girtîgeha Îmraliyê de nehatiye belavkirin. Herwiha rê bo kesekî jî nayê dayîn ku serdana Ocalan bike.

Ew yekê ku derbarê rewşa başbûna rewşa Ocalan ji piştî kudetaya leşkerî hatiye ragihandin, tenê di çarçoveya axaftinê de bûye û ti belgeyek derbarê başbûna rewşa wî de nehatiye belavkirin.