HDPê biser de girtina avahiya partiya xwe şermezar kir
Serokatiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbol bi daxuyaniyeke çapemeniyê biser de girtina avahiya partiya xwe şermezar kir. Hevseroka HDPê ya Şaxa Stenbolê Aysel Gûzel nerazîbûnek tund nîşanî bi ser de girtina HDPê da.
K24 – Stanbol
Serokatiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbol bi daxuyaniyeke çapemeniyê biser de girtina avahiya partiya xwe şermezar kir. Hevseroka HDPê ya Şaxa Stenbolê Aysel Gûzel nerazîbûnek tund nîşanî bi ser de girtina HDPê da. Gûzel got hiqûq û demokrasî hatiye binpêkirin, pêwîst e parêzger vê zordestiyê ji wan re bide fam kirin.