Hêrişek a Daişê li Xurmato hat têkşikandin

Hêz ên Pêşmerge yên Kurdistanê demekê berî niha, hêrişek a çekdar ên Daişê têkşikandin li mihwer a Xurmatû û li gor zanyarîyan zîyanek a mezin bi çekdar ên Daişê gihandîne.

K24-Hewlêr

Hêz ên Pêşmerge yên Kurdistanê demekê berî niha, hêrişek a çekdar ên Daişê têkşikandin li mihwer a Xurmatû û li gor zanyarîyan zîyanek a mezin bi çekdar ên Daişê gihandîne.

 Berî niha bi demke kurt, çekdar ên Daişê li gund ê Zerge ya ser bi Xurmatû bi armanc a hêrişkirinê bo ser çeper ên pêşmerge xwe nêzîk wan çeperan kiribûn.

Dûv re pêşmerge yên lîwa 6 û 16 û lîwa 4 a berevanîya firyakevtinê berperç ên çekdar ên daişê dan û ew hêriş têkşikandin û hêz a Pêşmerge ti zîyan ên canî nebûn.